Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî rewşa Kerkûkê guftûgo dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê pêwendiyeke telefonî kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê îro 13ê Cotmeha 2021ê pêwendiyeke telefonî kirin.
Di pêwendiyê de, guftûgo derbarê rewşa kerkûk hate kirin ku piştî serkeftina proseya hilbijartinê, hewla têkdana aramiyê ji aliyê hin kesan ve hat dayîn ku armanc jê reşkirina serkeftina proseya dengdanê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku nabe rê bi kes û aliyekî were dayîn ku alozî û tevliheviyê bikin û ziyanê bigihînin mal xelkê û avahiyên giştî, ji ber wê pêwîst e di zûtirîn dem de, ev rewşa ewlehiyê ya nexwastî li Kerkûkê bi dawî were.
Serokwezîrê Federalî biryar da hemû girtiyên Kerkûkê werin azadkirin.
Ev pêwendî piştî wê tê, ji şeva borî ve zêdetir ji 70 welatiyên Kurd li Kerkûkê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin.