Sedir bo Malikî: Tu hatî ceribandin

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî Nûrî Malikî kir.

Hewlêr (K24) – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek arasteyî Nûrî Malikî kir û jê re got: “Tu hatî ceribandin û tu serkeftî nebûyî, careke din tu nayê ceribandin.”

Muqteda Sedir peyamek arasteyî Partiya De'wa kir û li ser Nûrî Malikî got: “Hat ceribandin û serkeftî nebû, careke din jî nayê ceribandin.”

Rêberê Tevgera Sedir, Partiya De'wa bi hevkariya "Şeytanê mezin" tohmetbar kir, ku mebesta wî Amerîka ye.

Beriya niha Nûrî Malikî ragihandibû ku ji bo Parlamentoya Iraqê 93 namzedên wî bi ser ketine û ji bo ku ew bibe serokwezîr piştevaniya wî dikin.

Muqteda Sedir beriya niha lijneyek ji bo gotûbêjên pêkanîna hikûmetê pêk anîbû û bi daxuyaniyekê ragihandibû: “Em hemû aliyên siyasî agahdar dikin ku lijneya diyarkirî ji bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya Iraqê, nûnertiya Tevgera Sedir dike.”

Sedir gotibû ku lijneya navborî hemû desthilata wê heye, da ku hevpeymaniyekê ji bo vê qonaxê çêbikin, ev jî li ser bingeha berjewendiya giştî.