Li Tirkiyê 28 hezar û 465 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 198 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 21ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 28 hezar û 465 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 198 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 29 hezar û 160 kes baş bûne.