Efrîn.. Çekdaran 5 kes ji malbatekê revandin

Bajarokê Şera
Bajarokê Şera

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kesên sivîl revandin, di nava wan de 2 jin hene.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî roja 25ê Cotmehê 5 kesên sivîl ji yek malbatê ji bajarokê Şera ya Efrînê revandin.

Wê rêxistinê navên kesên hatine revandin diyar kirin ku Henan, Nûjîn, Nisrîn, Ehmed û Mihemed Emîn Mûsilî ne.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.