Amerîka: Eger Bexda daxwaz bike em ê li Iraqê bimînin

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê "Pentagon" ragihand; ligel rayedarên Iraqê axivîne û mana serbazên wan li Iraqê berdewam dibe.
Serbazên Amerîkayê li serbazgeheke Iraqê
Serbazên Amerîkayê li serbazgeheke Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Amerîkayê "Pentagon" ragihand; ligel rayedarên Iraqê axivîne û mana serbazên wan li Iraqê berdewam dibe.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê John Kirby ragihand; li ser daxwaza Iraqê ew pabend in bi sozên xwe û hebûna serbazên wan li Iraqê dê berdewam bibe.

Niha Pentagon dibêje; eger Iraq bi fermî daxwaza mana wan bike, ew amade ne li Iraqê bimînin.

Ev di demekê de ye ku îro Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ragihand; Amerîkayê 2100 barên alavên serbazî û 1800 wesayît û belemên biçûk û tanker radestî Iraqê kirin.

Piştre îro Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ragihand; dawiya îsal hemû hêzên şerker ên biyanî ji Iraqê vedikişin.

Meha Hezîrana îsal Amerîka û Bexdayê li ser wê yekê li hev kirin ku heta dawiya îsal Amerîka dê serbazên xwe yên şerker ji Iraqê vekişîne û tenê di warê şêwir û rahênana serbazî de di şerê têkoşîna dijî terorê de alîkariya Iraqê bike.