Li Bane kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin

Sê roj in termê wî li nexweşxaneyeke Bane ye û radestî malbata wî nehatiye kirin.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin û sê roj in termê wî li nexweşxaneyeke Bane ye û radestî malbata wî nehatiye kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand; kolberekî Kurd ê bi navê Mihemed Xudayî yê 28 salî ku xelkê gundê Kanî Sêv yê ser bi bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê ye, şeva pêncşemê li sînorê devera Sardawî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Hengawê ragihandiniye; ew xortê kolber bi çar gulleyan hatiye kuştin û piştre termê wî bo Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî ya li Baneyê hatiye veguhestin û heta niha jî radestî malbata wî nehatiye kirin.