Mala Serokwezîrê Iraqê rastî êrîşê hat

Mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi droneyan êrîş lê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi du droneyan êrîş li ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hate kirin, her çend destpêkê nûçeya birîndarbûna wî hat belavkirin, lê wî bi xwe nûçeya birîndarbûna Kazimî red kir.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî da zanîn, mala Kazimî li Herêma Kesk a Bexdayê îro berbangê bi droneyan êrîş lê hate kirin, destpêkê hat gotin ku Kazimî birîndar bûye, lê wî li twittera xwe ew nûçeya birîndarbûna xwe red kir û got ku ew selamet e û daxwaz ji hemû aliyan kir, xwe bigirin.

Kazimî got jî: “Ez berê û hîn jî projeya fedekarî ya Iraq û gelê Iraqê me, mûşekên xiyanetê baweriya me naşikîne û îsrara hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman ji bo parastina ewlehiya xelkê û bidestxistina maf û bicihkirina yasayê nahejîne.”

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, behsa birîndarbûna hejmarek ji pasewanên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tê kirin, lê heta niha ti amareke hûr di wê derbarê de nehatiye belavkirin.

Ev êrîş piştî wê tê, duhî bi hezaran alîgirên partiyên ku ji encamên hilbijartinan ne razî ne berê xwe dan Herêma Kesk a Bexdayê û dest bi mangirtinê kirin.