YE: Em ti car rê nadin hatina wan koçberan

Berdevkê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano ragihand; Yekîtiya Ewropayê ti car wan koçberan wernagire.
Berdevkê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano
Berdevkê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano

Hewlêr (K24) – Li ser çarenûsa koçberên ku li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê asê mane, Berdevkê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano ragihand; Yekîtiya Ewropayê ti car wan koçberan wernagire û divê welatê Belarusê wan koçberan bi silametî vegerîne welatên wan.

Peter Stano ji K24ê re eşkere kir: “Tiştê ku em li sînorê navbera Belarus û Polandayê dibînin, ji ber çend sedeman ti car navê qebûlkirin. Em dibînin ku mirov weke amûrek ji bo milmilaniya siyasî hatine bikaranîn, ev jî li dijî yasayên mirovî yên navdewletî ye.”

Stano destnîşan kir: “Hinek hêz hewl didin vê qeyrana mirovî weke mertalek ji bo armanca xwe ya siyasî bi kar bînin, loma ji milmilaniya siyasî werin dûrxistin, ku birastî her dem li wê deverê desthilateke sitemkar û dîktator hebû û li dijî mafên mirovan bûn, ev jî nayê qebûlkirin.”

Berdevkê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê diyar kir: “Niha hinek kes di vê navberê de bûne qurbanî, ku xelkê Kurdistan, Iraq, Sûriye, Efxanistan û welatên din in û ew li wê deverê ji aliyê rejîma Belarusê ve hatine bikaranîn û bûne qurbanî.”

Peter Stano eşkere kir: “Em ligel hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser vê mijarê dest bi gotûbêjan kiriye, da ku bikarin rêyeke çareseriyê ji bo vê qeyranê bibînin, da ku rê li ber reftara Belarusê bigrin, ku xelkê weke mertalek ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.”

Stano dibêje: “Em ji rejîma Belarusê daxwaz dikin ku rê bide rêxistinên navdewletî û mirovî, da ku biçin hawara koçberên ku li ser sînorê wê yê ligel Polandayê asê mane, ji ber ku şêwazeke neyasayî ye, rê nayê dayîn ku werin nav Ewropayê, Belarus jî rê nade wan vegerin nav axa wê.

Herwiha eşkere kir: “Em nikarin rê bidin koçberan ku werin nav axa Ewropayê, ku ji aliyê sîstemeke dîktatorî ya weke Belarusê bi awayekî neyasayî ji bo meramên siyasî hatine bikaranîn, ev li dijî hemû bingeh û yasayan e, loma hemû hewlên me ji bo wê yekê dibe ku ew koçber bi silametî û bêyî ku bibin qurbanî, vegerin welatên xwe.”