Wezareta Pêşmerge: Li ser diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîkayê gotûbêj hat kirin
Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge Hejar Umer pêşwazî li Kolonel Doglas û tîma Ofîsa Hevkariya Asayîşê ya li Iraqê (OSC-I) kir.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku di civînê de behsa gotûbêja herî dawî ya diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê û encamên gotûbêjê hat kirin.
Herwiha diyar kir ku li ser pêngavên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge gotûbêj hat kirin, bi beşdarî û hevkariya şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî, ku ji welatên Amerîka, Brîtanya, almanya û Holandayê pêk hatiye.
Wezaretê destnîşan kir ku şanda tîma Ofîsa Hevkariya Asayîşê ya li Iraqê (OSC-I) soz da ku berdewam bin di piştevanî û hevkariyên xwe de ji bo Wezareta Pêşmerge di warên şêwirmendî, hemahengî, hevkarî û bilindkirina şiyanan de.