Polîsê Yûnanistanê: 7 koçberan canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Yûnanistanê ragihand ku di bûyereke trafîkê de hejmarek koçber di dema veguhestinê de bûn qurbanî.
Li gor daxuyaniya polîsê Yûnanistanê, îro înê 19ê Mijdarê, di dema veguhestina hejmarek koçberan de wesayît qeza kir.
Hat ragihandin ku di bûyerê de 7 koçberên ku di nava wesayîtê de bûn, canê xwe ji dest dan û 8 koçberên din jî birîndar bûn.
Polîsê Yûnanistanê cihê bûyerê û nasnameyên koçberan eşkere nekiriye, ku gelo jî kîjan welatî ne.