Karwana çarem a koçberan ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê

Bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 420 koçber ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Hewlêr (K24) – Îro berbangê karwana çarem a koçberan ku ji 420 koçberan pêk dihat, ji Belarus vegeriya Herêma Kurdistanê.

Peyamnêra K24ê da zanîn, bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro berbangê firokeyeke bi 420 koçberan ji Belarusê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Veguhestinê ya Iraqê, biryar e karwana pêncem a Koçberan di du rojên bê de vegerin.

Li gor amarên Wezareta Veguhestinê ya Iraqê, di çar karwanan de, 1458 koçber bi dilê xwe ji Belarusê vegeriyan Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Koçberên ji ser sînorê Belarus û Polandayê vedigirin, behsa çîrokên xwe dikin û diyar dikin, wan gelek zehmetî li ser sînoran dîtin.