Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê kir

"Geşedan û guherînên herî dawî yên Iraqê yên piştî hilbijartinên parlamentoyê hatin gotûbêjkirin."

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekşemê 28ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê David Hunt jî amade bû, geşedan û guherînên herî dawî yên Iraqê yên piştî hilbijartinên parlamentoyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser rêzgirtina li encamên hilbijartinan û destkarînekirinê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser çaksaziyên kabîneya nehem yên ji bo pişta xwe tenê çavkaniyeke dahatê ve girênedin û xebata ji bo avakirina jêrxaneke aborî ya bihêz û bûna Herêma Kurdistanê weke civakeke berhemhêner.

Di beşeke din a civînê de li ser kêşeya koçberan gotûbêj hat kirin û pêwîstiya hemahengî û karê hevbeş ji bo rûbirûbûn û rêgirtina li tawanên rêkxistî û koça neyasayî hat dûpatkirin.