Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kes revandin

Çalakvanên Efrînê dibêjin, bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê û koçberkirina wan, ji aliyê çekdaran ve tên revandin
Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kesên sivîl revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar “Polîsa Medenî” roja 28ê Mijdarê, bi ser gundê Qota yê ser bi navçeya Bilbilê ve girtin û ketin hejmarek malên gund û pişknîn kirin.

Diyar kir jî, çekdaran du welatiyên bi navê Ebdulhenan Cafer û Mistefa Sîdo bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû revandin.

Wê rêxistinê ragihand jî, çekdarên grûpa El-Hemzat roja 25ê Mijdarê kesekî bi navê Omer Heyder Reşîd li ser rêbenda gundê Kokanê revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Da zanîn, çekdarên li ser rêbenda taxa Mehmûdiyê ya Efrînê roja 25ê Mijdarê kesekî bi navê Ebdîn Reşîd û diya wî Emîne revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Berî du rojan Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi tundî şermezar kir.

ENKSê bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka navdewletî û dewleta Tirkiyê kir jî, van kiryarên çekdaran rawestînin, ji ber ku dibe sedema koçkirina xelkê û bicihkirina plana guhartina demografiya herêmê.