Li 11 deverên Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Colemêrgê li 11 deveran heta 14ê Çile, wek herêmên ewlehiya taybet ragihand.

Li gor daxuyaniyê Parêzgarê Colemêrgê, 11 deverên navçeyên Çelê, Rûbarok, Şemzînan û Geverê, wek herêmên ewlehiya taybet hatine ragihandin.

Di daxutyaniyê de hat diyarkirin, qedexe ji demjimêr 12ê şeva borî ve dest pê kiriye û wê heta 14ê Çile demjimêr 12ê şevê berdewam bike.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê, li cihên qedexe hatiye ragihandin, çûnûhatina sivîlan hatiye qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de diyar dike, biryara qedexeyê ji bo parastina can û malên welatiyan e.