Bi wêne.. Birîna darên zeytûnên Efrînê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve berdewam e

Ji dema dagîrkirina Efrînê ve, ji bilî destdanîna ser ser dehezaran darên zeytûnan, bi sedhezaran darên Efrîniyan jî aliyê çekdaran ve hatine birîn û şewitandine

Navenda Nûçeyan (K24) – Komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, ji bilî dizîna berhemên zeyt û zeytûnan, darên zeytûnan jî dibirin û wek êzing difiroşin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, hîn jî proseya birîna daran û bi taybet darên zeytûnan li herêma Efrînê ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê bi awayekî sîstematîk berdewam e.

Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, tevî ku cotkar û gundî giliyan li aliyên pêwendîdar tomar dikin, lê heta niha ti rênimayeke yasayî nehatiye girtin û proseya birîna daran ji aliyê çekdaran ve berdewam e.

Wê rêxsitinê diyar kir, di van çend rojên borî de, 170 dar li gundê Meydankê, 70 dar li gundê Elbîskê, 60 dar li gundê Qêsim, 150 dar li gundê Coqê û 24 dar li gundê Kefir Zîtê hatine birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, ti stûnên eliktirîkê yên darîn li deşta gundên Marat, Xelnêr û Kefir Şîlê nemane, ku hemû ji aliyê dizên koma Hemzat ve û li ber çavên artêşa Tirkiyê hatine birîn û dizîn.

Destnîşan kir jî, di salên 2019-2020’an de jî kabloyên elektrîkê yên wê deştê ji aliyê çekdaran ve hatibûn dizîn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî ku destê xwe danîne ser bi hezaran darên zeytûnan, bi sedhezaran darên xelkê jî, hilkirine, birîne û şewitandine.

Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê
Darên zeytûnan li Efrînê