Washington daxwaza bilezkirina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dike

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê pêşwazî li hilbijartina Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka daxwaz dike bilez hikûmeta nû ya Iraqê were avakirin. Herwiha pêşwazî li hilbijartina Serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Amerîka pêşwaziyê li rûniştina yekem a Parlamentoya Iraqê dike ku beşeke ji proseya demokratîk û serweriya niştimanî ya wî welatî ye.

Di daxuyaniyê de hat: “Em germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û her du cîgirên wî Hakim El-Zamilî û Şexewan Ebdullah dikin.”

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê bal kişand ser rola girîng a Iraqê di aramî û ewlehiya herêmê de û got: “Em hêvîdar in ku serkirdeyên Iraqê û parlamentoya nû, pêvajoya avakirina hikûmeta nû bilezînin.”

Herwiha got: "Hêviya me ew e ku hikûmeta nû piştî ku hat avakirin, îradeya gelê Iraqê nîşan bide û kar ji bo çareserkirina kêşeyên hikûmetê, mafên mirovan, ewlehî û aboriyê li Iraqê bike.”