Vahap Coşkun: Opozîsyon di daxwaza hilbijartina pêşwext de ne jidil e

Vahap Coşkun: Opozîsyon dibêje ev rewşa xirap her çiqas dirêj bibe, ewqas dê dengên AK Partıyê kêm bibin
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê li tevahiya Tirkiyeyê daxwaza hilbijartina pêşwext %56 e û partiya yekem jî dîsa Ak Partî ye. Lêkolîner û akademîsyen dibêjin her çiqas rewşa Tirkiyeyê ne baş be jî ji ber ku partiyên opozîsyonê nikarin projeyek şênber a çareseriyê pêşkêş bikin Ak Partî dibe partiya yekem.

Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê di navbera 28ê Berfanbarê û 2ê Rêbendanê de li 20 bajaran rapirsiyek li dar xist. Di rapirsiya ku li 11 bajarên Rojavayê Tirkiyeyê û 9 bajarên Bakurê Kurdistanê hatî kirin de ji 1876 hilbijêran pirs hatin kirin. Di rapirsiyê de ji hilbijêran hatiye pirsîn ku heke hilbijartinek çêbê hunê denge xwe bidin kîjan partiye û %27 dibêjin  Ak Partî, % 22.9 CHP, %10.3 Îyî Partî, %9.4 HDP û %6.3 jî dibêjin MHP. Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê Yuksel Genç balê dikişîne ku her çiqas qeyranek kûr a aboriyê hebe jî hîn Ak Partî dibe partiye yekem û sedema wê jî opozîsyon e.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk Ên Qadê Yuksel Genç ji K24ê re got: “Qasî %8 hilbijêrên Ak Partiyê kêm bûne, lê ji ber ku ew hilbijêr niha bêbiryar in Ak Partî hîn jî partiya yekem e. Opozîsyon nikare hember desthilatê projeyên şênber ên çareseriyê pêşkêş bike. Ji ber wê hilbijêrên bêbiryar ber bi opozîsyonê ve naçin. Dema rojev jo aliyê opozîsyonê ve were diyarkirin dengên opozîsyonê bilind dibin. Lê niha ne wisa ye”

Di rapirsiyê de derbarê hilbijartina pêşwext de jî pirs hatiye kirin ku %56ê beşdaran daxwaza hilbijartina pêşwex dikin. Akademîsyenê Zankoya Dîcle Vahap Coşkun amaje dike ku hem desthilat destnîşan kir ku hilbijartin dê wextê xwe de were kirin û hem jî opozîsyon ji dil daxwaza hilbijartina pêşwext nake ji ber ku eger ev rewşa xirap a aboriyê çiqas dirêj bidome dê ewqas dengên desthilatê dakevin.

Akademîsyenê Zankoya Dîcleyê Vahap Coşkun dibêje: “Heke biryar bo hilbijartina pêşwext were dayîn jî ev yek di destên Recep Tayyîp Erdogan û Dewlet Bahçelî de ye ku ew bi xwe hilbijartina pêşwext naxwazin. Ji xwe ji sala 2002yan ve çiqas biryara hilbijartina pêşwext hatibe dayîn ev yek ji aliyê Dewlet Bahçelî ve hatiye ragihandin. Muxalefet jî daxwaza hilbijartina pêşwext dike lê ne namzetek wan heye û ne jî bi awayeke ji dil vê daxwazê nakin.”

Derbarê namzetên serokomariyê de jî di rapirsiyê de pirs hatine kirin ku %34.2yê beşdaran bo serokomariyê dibêjin ew e denge xwe bidin Recep Tayyîp Erdogan, %15.6 dibêjin Selahaddîn Demîrtaş, %34.4 bêbiryar in, %15.9 jî dibêjin ew ê deng bi kar neynin.