Li Ebû Dabî di encama teqîna 3 tankeran de 3 kesan canê xwe ji dest dan

Stenbol (K24) – Polîsa Ebû Dabî ragihand, di encama teqîn û şewatên îro li Ebûdabî de, 3 kesan Hindî canê xwe ji dest dane û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Polîsa Ebû Dabî ragihand, şewata ku îro danê sibê li devera Musaffah Icad 3 ya nêzîkî tankên Adnocê derketibû, hat kontrolkirin û di encamê de 3 tankerên petrolê teqiyan.

Diyar kir jî, di encama teqînan de, kesekî Pakistanî û 2 kesên Hindî canê xwe ji dest dane û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Polîs piştrast kir, tîmên pispor dest bi lêkolînek berfireh li ser sedema wê bûyerê dikin.

Ajansa Nûçeyan a Îmaratê diyar kir, lêkolînên destpêkê destnîşan dikin ku dibe drone bûbin sedema teqîn û vê vêketina agir.