Li Efrînê di teqîna otomobîlekê de kesek birîndar bû

Otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî ya Nahiya Raco Xelîl Hac Oso hat teqandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Raco yê ser bi Efrînê ve otombîlek hat teqandin û li gor zanyariyan, kesek bi giranî birîndar bûye. 

Jêderekî ji bajarokê Raco ji K24ê re ragihand, îro danê sibê bombeyek bi otomobîla Serokê Encûmena Xwecihî ya Nahiya Raco Xelîl Hac Oso de teqiya.

Wî jêderî diyar kir, di encama teqîna otomobîlê de kurê Serokê Encûmena Xwecihî ya Nahiya Raco yê 14 salî bi giranî birîndar bûye û ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hat veguhastin.  

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.