Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 xortên Efrînê revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi binpêkirên mirovî de berdewam in û vê carê 4 xurt ji gundekî revandin.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Polîsa Leşkerî roja 28/1/2022an bi ser gundê Hêkiçê yê ser bi navçeya Cindirêsê de girt û 4 xort revandin.

Navên xortên hatine revandin wiha ne: Şêrhat Zeîm Hesen, Ridwan Reşîd Miho, Ebdulqadir Reşîd Hesen û Ziyad Arif Miho.

Wî jêderî amaje bi wê da, Şêrhat Zeîm Hesen pêştir di sala 2020an de  ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û piştî fidye da, hat azadkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.