2 welatiyên Misrî ji ber têkçûna Misirê di Kupaya Afrîkayê de canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – 2 welatiyên Misrî piştî têkçûna hilbijardeya Misrê li hember Sengelanê di Kupaya Neteweyên Afrîkyayê de canê xwe ji dest dan.

Şeva borî di fînala Kupaya Neteweyên Afrîkayê de, hilbijardeyên Senegal û Misrê li li paytexta Kameron rûbibûyê hevdu bûn û hilbijardeya Misrê piştî wekheviya di dema orîjînal û dema zêde ya lîstikê de, di penaltiyan de bi encama (4 - 2) têk çû.

Bikarhênerên medyaya civakî, nûçeya mirina endezyar Xalid Beyûmî, belav kirin û piştrast kirin ku wî li qehwexaneyekê li bajarê Port Fuad rûniştibû û lîstika Misir û Senegalê dişopand.

Diyar kirin jî, Beyûmî bêdeng û bi baldarî rûniştibû û bi hêviya serkeftina hilbijardeya Misrê mabû. Dema lîstik bi dawî bû, ew ji hişê xwe ket û kesên li qehwexaneyê gazî ambulansê kirin û ew ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Jêderekî berpirsyar ji nexweşxaneya “Heyat” a Port Fuad ragihand, Xalid Beyûmî dema gihîştiye nexweşxaneyê, dilê wî rawestiya bû.

Wî jêderî diyar kir, sedema mirina wî kesî, ji ber krîza dil bû ku rastî şokeke tund hatibû.

Pêgeha “Cairo24” a Misrî belav kir, kesekî 30 salî ku li qehwexaneyekê li nava Qahîreyê lîstika Misir û Senegalê temaşe dikir û piştî bidawîbûna lîstikê, ew ket û canê xwe ji dest da.