Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Di hevdîtinê de, hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 15/2/2022an pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, dawî pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin û Balyozê Brîtanya li Iraqê tekezî li pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê kir.

Her di wê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û şanda mêvan ji bilî pêzanîna wê ji bo van çaksaziyan, hevahengî û karê hevbeş ê di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê de, bi pêngaveke erênî ji bo aramiya navçeyên ku cihê nakokiyên ne bi nav kir.

Gefên terorê li Iraq û Sûriyê, mijareke din a vê hevdîtinê bû.