Wezîrê Plandananê: Hikûmeta Herêmê û Qeterê ji bo rêkeftinê, tîmên hevbeş ava dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Mîrê Qeterî û Serokwezîrê Qeterê de, biryar hat dayîn ji bo rêkeftin di warê veberhênan de bê kirin, tîmên hevbeş li tevahiya sektoran bên avakirin.

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd ku bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re li Qeterê ye ji K24ê re ragihand, di civînên îro yên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Qeterê de, behs li pêşvebirina zêdetir di sektorên aborî, bazirganî, pêşesazî çandinî û veberhênanê de hatin kirin.

Got jî, berpirsên Qeterê gelekî bi germî pêşwazî li me kirin û Mîrê Qeterê û Serokwezîrê wî welatî bi wan xweş e ku veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, bi taybet di warê neft û gaza xwezayî de.

Diyar kir jî, berpirsên pilebilind ên Qeterê daxwaz kirin tîm bêne avakirin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar da di hemû sektoran de tîmên hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de bêne avakirin.

Dara Reşîd ragihand jî: Mîrê Qeterê di civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de, tekezî li wê kir ku ew dixwazin rêkeftin li ser veberhênanê di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de bê kirin û bikeve warê cibicîkirinê.

Dara Reşîd bal kişande ser wê yekê, di civînên ligel desthilatdarên Qeterê de derbarê rewşa Iraq û pêkanîna hikûmetê de, me tekez kir ku em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aramiya Iraqê re ne.