Hunermend Bilind Îbrahîm nûtirîn klîpa xwe belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend Bilind Îbrahîm nûtirîn klîpa xwe ya bi navê “Dilê min bo te ye” belav kir.

Hunermendê Kurd ê navdar Bilind Îbrahîm klîpa xwe ya nû “Dilê min bo te ye” li kenala xwe ya fermî li “YouTube” belav kir.

Gotinên stranê yên Îsa Bênîstanî ne, awaza stranê ji aliyê Bilind Îbrahîm ve hatiye danîn û klîp jî ji aliyê Mazin Êsyanî ve hatiye derhênan.

Bilind Îbrahîm sala 1977an li Duhokê ji dayik bûye û het niha gelek album û klîpên cuda belav kirine û stranan bi her du zaraveyên Kurmancî û Soranî dibêje.