Komîteyeke ewlehî û leşkerî ya Iraqê lêkolînê di êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de dike

Şandeyeke ewlehî û leşker ya Iraqê serdana wê cihê ku ketiye ber êrîşa li ser Hewlêr kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteyeke ewlehî û leşkerî ya Iraqê serdana cihê ku li Hewlêrê êrîşa mûşekî lê hatiye kirin kir û Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê ragihand, ev komîte dê lêkolînê li ser wê êrîşê bike.

Şandeyeke ewlehî û leşker ya Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî ligel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed serdana wê cihê ku ketiye ber êrîşa li ser Hewlêr kir û ji nêzîk ve dest bi lêkolînê kir.

Do wê derbarê de, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji rojnamevanan re ragihand, “Em îro li ser rasperdeya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê hatine Hewlêrê. Şande ji Şêwirmendê Asayişa Niştimanî, Serokerkanê Artêşê, Serokê Dezgeha Dijeterorê û hejmarek din ên berpirsên ewlehiyê pêk hatiye.”

Got jî: “Komîte ji bo lêkolînê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê bike, serdana Hewlêrê dike. Me bi awayekî meydanî serdana wê mala bûye armanca êrîşê kir. Piştî bidawîbûna lêkolînan, em ê encaman aşkere bikin.”

Roja 13/3/2022an bi 12 mûşekan êrîş li ser Hewlêrê hate kirin û di encamê de ziyanên madî gihîşt hin navçeyên sivîlan û avahiya kenala Kurdistan24ê, di pişt re jî Supaya Pasdarên Îranê berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ragihand.

Her ji piştî êrîşê ve, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana cihê hatiye mûşekbaran û avahiya kenala Kurdistan24ê kiribûn.