Şam derbarê êrîşên Îsraîlê de nameyekê arasteyî NY dike

Wezîrê Derve yê Sûriyê: Destdirêjiyên Îsraîlê dibin sedema têkçûna ewlehî û aramiyê li Rojhelata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Sûriyê li dijî êrîşa Israîlî nameyeke şermezarkirinê arasteyî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî kir.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di nameyekê de bo Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterss de êrîşa Israîlê ya li ser Sûriyê şermezar kir û daxwaza rawestandina binpêkirinan kir.

Ajansa Sûriyê ya fermî “SANA” da zanîn, Miqdad tekezî li ser helwesta Sûriyê ya redkirina destdirêjiyên Îsraîlê kir ku dibin sedema têkçûna ewlehî û aramiyê li Rojhelata Navîn.

Amaje bi wê jî da, Şamê hişyarî ji berdewamiya van êrîşan da, bi taybet ku ev êrîş gefê li ser ewlekarî û aramiya navdewletî çêdike û yasayên navdewletî binpê dike.

Ev nameya Wezîrê Derve yê Sûriyê piştî wê tê, duhî Israîlê bi mûşekan êrîşî xalên leşkerî li devera Misyafê ya li parêzgeha Hemayê kiribû.