Li Diyarbekirê derbarê 105 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn

Hêzên asayîşa Diyarbekir avêtin ser malên kesên ku biryara binçavkirinê bo wan hatiye dayîn.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Diyarbekirê bo 105 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn 66 kes hatine binçavkirin û di vê çarçoveyê de hêzên asayîşa Diyarbekir avêtin ser malên kesên ku biryara binçavkirinê bo wan hatiye dayîn. Hat zanîn ku di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de operasyon hatiye kirin.

Li Diyarbekirê serê sibê di demjimêrên zû de operasyonên binçavkirinê hatin lidarxistin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve hatî vekirin de li 7 bajaran polîsan bi awayekî hemwext avêtin ser gelek navnîşanan.

Hat zanîn  gelek kesên ku di nava wan de rojnameger jî hene hatine binçavkirin.

Di lêpirsîna di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de hatî vekirin de bo 105 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn û 66 kes hatine binçavkirin.

Kesên ku ji aliyê hêzên asayîşa Diyarbekir ve hatine binçavkirin bo avahiya Gerînendehiya Asayîşa Diyarbekir hatine veguhastin û dê li wê derê îfadeya wan were standin.