Artêşa Tirkiyê li Colemêrgê dest bi operasyoneke nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê li bajarê Colemêrgê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, bi beşdariya 654 leşkeran li bajarê Colemêrgê bi navê “Eren Dorpêç-2” li dijî PKKê dest bi operasyonek nû hatiye kiriye.

Duh jî Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê li navçeyên çiyayî yên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan ji asîman û bejahî li dijî PKK’ê dest bi operasyonê kiribû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser windahiyên Tirkiyê ragihand ku efserekî wan ê di operasyonê de pê li mayînê kiribû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.