Gazprom hinardekirina gazê bo Polanda û Bulgarya rawestand

Piştî ku Kompaniya Gazprom a Rûsî ragihand, hinardekirina gazê bo Polandayê rawestand, buhayê gaza sirûştî li Ewropayê bi awayekî berçav bilind bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Kompaniya Gazprom a Rûsî ragihand, hinardekirina gazê bo Polandayê rawestand, buhayê gaza sirûştî li Ewropayê bi awayekî berçav bilind bû.

Li gor borsaya Londonê ICE buhayê gaza sirûştî bi rêjeya ji sedî 12 bilind bûye, bi awayekî ku buhayê 1000 metre sêca gaza sirûştî gihîşte 1150 dolar.

Çavkaniyên nûçeyan ên Polandayê ragihand, hinardekirina gazê ji aliyê Rûsyayê ve bo Polandayê rawestiya, herwiha Kompaniya Gazprom jî tekez kir ku ji ber derketina pirsgirêkan di dayîna pereyan bi Rubleya Rûsî de, hinardekirina gazê bo Polanda û Bulgaryayê rawestandine.

Ev di demekê de ye ku Banka Cîhanî ragihandibû, pêşbînî dikin ku buhayê gaza sirûştî li Ewropayê du qat zêde bibe.