Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê yek ji beşdarên teqîna Mûsilê desteser dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro Duşemê mikurhatinên yek ji beşdarbûyên teqîna Mûsilê ya di dawîya meha borî de pêşkêş kirin.

Encûmena Asayişê di daxuyaniyekê de ragihand, ajansên wan yek ji beşdarbûyên kiryara terorîstî ya ku di roja 28ê Nîsana borî de li Mûsilê rû daye, destser kir.”

Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê:

Dezgehên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê yek ji beşdarbûyên kiryara teroristî ya şeva 28ê Nîsana 2022an ya li bajarê Mûsilê desteser kir.

Di hewlên berdewam ên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo aramî û ewehiyê de, hêzên Encûmena Asayişê roja 30î Nîsana 2022an li parêzgeha Duhokê karîn yek ji tometbarên sereke yên kiryara teroristî ya komelgeha Rewşenbîrî ya bajarê Mûsilê bi navê (Şewket Ebdullah Salih) desteser bikin ku bû sedema birîndarbûna hejmarek ji welatiyan.

Di encama lêkolînên ligel tometbar (Şewket Ebdullah Salih) de, diyar bû ku ew bi riya emîrekî rêxistina teroristî ya DAIŞê yê bi navê Mihemed Zuhêr yên bi navê (Ebo Casim) naskirî ye hatiye raspardin, otomobîlekê ji bo kiryara teroristî ya bajêrê Mûsilê dabîn bikin.