Li Iraqê germahî dê bigihîje ser 50 pileyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Casim Felahî ragihand, havîneke hişk û germ li ber Iraqê ye û germahî dê bigihîje ser 50 pileyê.
Casim Felahî eşkere kir, ji ber guherîna keş û hewayê ziyana herî mezin dê bigihîje Iraqê.
Felahî diyar kir, pêlên tozbarînê yên van rojên dawî, çavkaniya wan derveyî welat bû û got: “Me çen dal berê li ser ziyanên guherîna keş û hewayê û bandora wê li ser Iraqê hişyarî dabû.”
Herwiha destnîşan kir, îsal çar navçeyên Iraqê diçin nav rêzbenda 10 cihên herî germ ên cîhanê.