Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Mihemed Bin Zayid kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hilbijartina Mihemed Bin Zayid weke Serokê Îmaratê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir û jê re hêviya serkeftinê xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê pîrozbahî li Mihemed Bin Zayid kir û diyar kir: “Bi boneya hilbijartina Şêx Mihemed Bin Zayid weke Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî, ez pîrozbahiyên herî germ li cenabê wî dikim.”
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ez çaverêya bihêzkirina pêwendiyên baş ên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê dikim û hêviya serkeftinê di erkên wî de jê re dixwazim.”
بمناسبة انتخاب الشيخ @MohamedBinZayed رئيساً لدولة الإمارات العربية المتحدة، أتقدم إلى سموه بأحر التهاني والتبريكات، وأتطلع بهذه المناسبة إلى تعزيز العلاقات المتميزة بين إقليم كوردستان والإمارات، وأتمنى له النجاح في مهامه النبيلة.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) May 14, 2022