Droneke Tirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Qamişlo
Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke Tirkiyê avahiyek li bajarê Qamişlo bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, ziyan tenê madî bûne.

Li gor jêderên xwecihî, îro danê droneke artêşa Tirkiyê nêzîkî goristana taxa Meyselon a rojhilatê Qamişlo bomberan kir.

Li gor zanyariyan, di encama bombebaranê de zirarên madî gihîştine hin avahî û otomobîlan.

Tê payîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) daxuyaniyekê li ser êrişê bide.

Qamişlo
Qamişlo