Monitor: PKK gefê li rojnamevanan dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera “Al-Monitor” di nûtirîn raporta xwe ya derbarê Herêma Kurdistanê de behsa êrîşên alîgirên PKKê li Silêmaniyê li ser tîma rojnamevanî ya Kurdistan24ê dike û dibêje, ev êrîş bûne sedema nîgeraniyê li Herêma Kurdistanê.

Raporta “Al-Monitor” amaje bi êrîşên li dû hev ên çekdarên PKKê li ser Pêşmerge, li ser tîma Kurdistan24ê li Silêmaniyê û leşkerkirina zarokan li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dike.

Di raportê de hatiye, “Di van hefteyên dawî de gelek êrîşên PKKê li ser hêzên Pêşmerge hatine kirin.”

Got jî: “Di 5ê Hezîranê de hat ragihandin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Pêşmergeyek ji mala wî ya li Şingalê revand û êrişî çepereke Pêşmerge li parêzgeha Duhokê kir.”

Al-Monitor di raporta xwe de dibêje, ji bilî xistina fişara siyasî û leşkerî li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, alîgirên PKKê êrîşî rojnamevanan dikin.

Al-Monitor êrîşa li ser tîma Kurdistan24ê li pêş Bijîşkiya Dadî ya Silêmaniyê û qedexekirina romala Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, wek mînaka êrîşkirina li ser rojanemvanan aniye.

Her wiha amaje bi wê yekê kir: “Siyasetmedarên Kurd û yên ne li ser xeta fermî ya PKK'ê ne, bi awayekî rasterast û nerasterast jî aliyê PKK'ê ve gef li wan tên xwarin.”

Endama Parlamentoya Kurdistanê Çiya Şerîf ji Al-Monitor re ragihand ku, gelek peyamên gefên kuştinê bi rêya Twitter, Facebook û ji hejmarên derveyî Kurdistanê ji wî re hatine, ji ber wî hin tişt tora civakî li ser PKKê belav kirine.

Ji aliyekî din ve, Rêvebirê Navenda Hevbeş a Kordînasyona Qeyranê li Herêma Kurdistanê Husên Kelarî, ji Al-Monitor re ragihand ku PKK û şaxên wê yên xwecihî zarokên temen biçûk yên di navbera 10 û 12 de direvînin û dikin çekdar.

Al-Monitor di raporta xwe de jî, behsa revandina zarok û ciwanan ji aliyê PKK û komên ser bi wê ve li Rojavayê Kurdistanê û seranserî herêmên ku çekdarên PKKê lê ne jî, kiriye.