Encûmena Wezîran rûbirûbûna nexweşiya Kolera û çend pirsên din ên girîng gotûbêj dike

Civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê - Arşîv
Civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 22 Hezîrana 2022an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî civîna xwe ya asayî dike.

Li gor karnameya civînê, ev babetên li jêr tên gotûbêjkirin:

- Rêkarên Wezareta Tendirustiyê û wezaretên pêwendîdar ji bo rêgirtina li belavbûna pandemiya Kolerayê.

- Biryara civîna borî ya Encûmena Wezîran a derbarê pirsgirêka benzînê.

- Serdêrên herî girîng ên çaksaziyên ku wezaretên Kabîneya Nehemîn encam dane.

- Reşnivîsa nû ya biryara taybet bi parastina wan deverên ku pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê lê bi cih bûne, li ber ronahiya madeya (3/çarem) ji yasaya (Parastina Mafên Pêkhateyan li Herêma Kurdistanê hejmar 5 a sala 2015)