Yûnanistan: Pêwendiyên Hewlêr û Atînayê pêşketî ne

Wezareta Pêşmerge ragihand, Konsulê Giştî yê Yûnanistanê serdana wezaretê kir û amadebûna welatê xwe ji bo alîkariya Pêşmerge nîşan da.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, Konsulê Giştî yê Yûnanistanê serdana wezaretê kir û amadebûna welatê xwe ji bo alîkariya Pêşmerge nîşan da.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro çarşemê 22yê Hezîrana 2022yan, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr pêşwazî li Konsulê Giştî yê Yûnanistanê yê li Herêma Kurdistanê Stavros Kyrimis kir.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir, di hevdîtinê de Konsulê Yûnanistanê û Serokerkanê Wezareta Pêşmerge bal kişandin ser dîroka pêwendiya dostanî ya navbera Hewlêr û Atînayê.

Konsulê Giştî yê Yûnanistanê Stavros Kyrimis li ser vê mijarê ragihand, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê di hemû waran de pêşketina baş di xwe de dîtine û hêviya xwe anî ziman ku asta pêwendiyên navbera gelên Kurd û Yûnan giştgîr û berfirehtir bibin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge jî destnîşan kiriye ku ji bo serxistin û pêşvebirina karên Wezareta Pêşmerge, hêvî dikin ku Yûnanistan zêdetir hevkar û hevaheng bibe, ji bo pêşvebirina pêwendiyhên navbera Wezareta Pêşmerge û welatê Yûnanistanê, bi taybetî ji aliyê serbazî ve, amadebûna Wezareta Pêşmerge nîşan da.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge pêşwazî li Konsulê Giştî yê Yûnanistanê yê li Hewlêrê kir