"Ji ber gefan bi hezaran Mesîhî ji Iraqê hatine Herêma Kurdistanê"

Metran Beşar Werde ragihand, 16 hezar malbatên Mesîhî ji deverên cuda cuda yên Iraqê hatine parêzgehên Herêma Kurdistanê.
Metran Beşar Werde
Metran Beşar Werde

Hewlêr (K24) – Metran Beşar Werde ragihand, 16 hezar malbatên Mesîhî ji deverên cuda cuda yên Iraqê hatine parêzgehên Herêma Kurdistanê û niha navçeya Enkawa bûye navenda herî girîng a Mesîhiyan a li Rojhilata Navîn.

Metran Beşar Werde ji K24ê re diyar kir, ji sala 2003yan ve, Mesîhiyên li bajarên mezin ên weke Bexda û Mûsilê rûbirûyî êrîş, gefa revandinê, teqîn, daxwazkirina fîdye û kuştinê bûne, di heman demê de 67 dêr hatine teqandin, ji ber vê yekê gelek welatiyên Mesîhî ber bi Amerîka, Kanada û welatên din koç kirine.

Werde destnîşan kir, 16 hezar malbatên Mesîhî ji deverên cuda cuda yên Iraqê hatine parêzgehên Herêma Kurdistanê û niha navçeya Enkawa bûye navenda herî girîng a Mesîhiyan a li Rojhilata Navîn.

Herwiha eşkere kir, welatiyên Mesîhî li Iraqê rastî çewisandinê bûne û hejmareke mezin ji welatiyên Mesîhî, ji karên xwe hatine dûrxistin, hemû van reftaran jî wisa kiriye ku Mesîhî hest bi asayîş û seqamgîriyê nekin û deverên xwe yên li parêzgehên din Iraqê bi cih bihêlin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.