Dijeterora Kurdistanê: 4 mûşek li sengerên Pêşmerge û leşkergeha Zîlekanê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de zanyarî derbarê êrîşa îro ya li ser sengerên Pêşmerge û leşkergeha Zîlekanê de belav kirin.

Di daxuyaniya Dijetrora Kurdistanê de, Îro 26ê Hezîrana 2022an 4 mûşek arasteyî sengerên Pêşmerge û leşkergeha Zîlekanê ya hêzên Tirkiyê lê ne hatin kirin.

Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, ew 4 mûşek ji devera di navbera taxa Tehrîr a bajarê Mûsilê û nahiya Başîk de hatine avêtin ku ew dever li sînorê desthilata Hikûmeta Federal ye û mîlîşyayên çekdar lê hene.

Diyar kir jî, 2 mûşek li nêzîkî Fewca Du ya Lîwaya 112 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ketin û 2 mûşek jî li nêzîkî gundê Godadê yê ser bi nahiya Başîk li nêzîk leşkergeha Zîlekanê ketin û ti ziyanên canî û madî jê derneketin.