Piştî naskirina serxwebûna Luhansk û Donetsk.. Zelensky pêwendiyên bi Sûriyê re birîn

Sûriyê duhî Çarşemê serxwebûna komarên Donetsk û Luhanskê ji Ukraynayê nas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand, piştî ku Şamê serxwebûna “Komara Luhansk û Donetskê” nas kir, welatê wî pêwendiyên xwe yên dîplomasî bi Sûriyê re birîn.

Zelenskî di vîdyoyekê de bi rêya sepana “Telegram” got: “Pêwendiyên di navbera Ukrayna û Sûriyê de bi dawî bûn” Got jî: “Dorpêçan li ser Şamê, hevalbenda Moskoyê, dê zêdetir bibin.”

Serokê Ukraynayê destnîşan kir jî, ew biryara Sûriyê wek "pirseke biçûk" dibîne û ew ê bala xwe bidin mijarên din.

Sûriyê duhî Çarşemê serxwebûna komarên Donetsk û Luhansk  ji Ukraynayê nas kir û bû yekem welat piştî Rûsyayê serxwebûna wan nas dike. Rûsyayê berî destpêkirina operasyona xwe li Ukraynayê di 21ê Sibatê de serxwebûna wan nas kiribû.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di destpêka vê mehê de, di hevdîtina xwe de ligel şandeke Rûsî û nûnerên Komara Donetsk, amadebûna welatê xwe ji bo destpêkirina kar ji bo bilindkirina peywendiyan bo asta siyasî nîşan dabû.

Ev ne cara yekê ye Şam tevlî hevalbenda xwe Rûsyayê dibe, di Gulana 2018an de hikûmeta Sûriyê herêmên veqetandî Abxazya û Osetya yên li Gurcistanê ku di bin bandora Rûsyayê de ne nas kiribû.

Rûsiya yek ji hevalbendên Şamê yên herî diyar in û ji destpêka şer û pevçûnên di sala 2011an de piştgiriya leşkerî, aborî û dîplomasî pêşkêşî wê dike, bi taybet di Encûmena Asayişa Navdewletî de ku li wir çend projebiryarên li dijî rêjîma Sûriyê asteng kirine.