Biden: Em di kuştina Mahîr Eqal de bi ser ketin

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku kuştina Serkirdeyê DAIŞê Mahîr Eqal li gor zanyariyên bi hûrgilî yên îstixbaratê pêk hat.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê, ragihand: “Em di kuştina Mahîr Eqal de serkeftî bûn.”

Joe Biden diyar kir, artêş û îstixbarata Amerîkayê di operasyona dijî Mahîr Eqal de serkeftî bûne.

Biden eşkere kir ku kuştina Eqal li gor zanyariyên bi hûrgilî yên îstixbaratê pêk hat.

Vê êvarê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di êrîşeke esmanî de serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat kuştin.

Berdevkê Fermandarê Fermandariya li Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ji ajansa AFPê re ragihand, Serkirdeyê DAIŞê Mahîr El 'Eqal ku bi navê Ebû Bera tê nasîn, li Sûriyê bi rêya êrîşeke dronê hat kuştin.

Herwiha eşkere kir, Serkirdeyê DAIŞê li nêzîkî navçeya Cindirêsê di dema ajotina motorsîkletê de bi rêya dronê, hat kuştin.