Rûsya: Me li Donetsk depoyeke çekan teqand

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, li navçeya Odessa ya başûrê Ukraynayê du depoyên çek û teqemeniyên pêşketî ku welatên rojava dabûn Ukraynayê, teqandine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, li navçeya Odessa ya başûrê Ukraynayê du depoyên çek û teqemeniyên pêşketî ku welatên rojava dabûn Ukraynayê, teqandine.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, hêzên esmanî yên Rûsyayê bi çekên pêşketî, devera Zaporijya bombebaran kirine û di encamê de 200 çekdar hatine kuştin.

Herwiha eşkere kiriye: “Yek ji ketîbeyên Lîwaya 81 a hêzên esmanî yên Ukraynayê li ser axa komara Donetsk hat armanckirin û 60 çekdarên wê hêzê û depoyeke çekan û 7 zirxpoşên artêşa Ukraynayê hatine têkbirin.”

Wezaretê diyar kiriye, 7 pêgehên fermandarî, 5 depoyên çek, teqemenî û sotemeniyên hêzên Ukraynî, li 197 deveran ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve hatin bombebarankirin.

Li gor amarên Moskowê, heta niha 257 firokeyên Ukraynî, 143 helîkopter, 1568 dron, 356 sîstemên mûşekî yên dijî firoke, 4106 tank û zirxpoş, 759 sekoyên mûşekan, 3160 yekeyên topên giran û hawin û 4392 wesayîtên leşkerî hatine armanckirin.