“Pasewanên Sînor” xalên leşkerî li ser sînorê bi Îran û Tirkiyê re ava dike

Hêzên Pasewanên Sînor 6 xalên leşkerî li ser sînorê bi Tirkiye û Îranê re danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Pasewanên Sînor li Hewlêrê ji bo çavdêrîkirina sînor û rêgirtina li tevgera grûpên çekdar ên neyasayî û qaçaxçîtiyê, 6 xalên leşkerî li ser sînorê bi Tirkiye û Îranê re danîn.

Fermandarekî Hêza pasewanên Sînorî yên Îraqî got: “Armanca damezrandina van xalên serbazî yên herdemî, ji bo çavdêrîkirina sînoran, pêşîgirtina li derbasbûna grûpên çekdar ên neyasayî, kêmkirina tevgera qaçaxçîtiyê û dabînkirina aramî û ewlehiyê ji bo xelkê deverê ye.”

Fermandeyê Lîwaya Duyem a Hêzên Sînorî Goran Salih ji K24ê re ragihand, “Dema ku em hatin navçeyên sînorî, me çend rêyên bi dirêjahiya 6-8 kîlometran çêkirin, da ku hemû xalên leşkerî yên sînor bi hev ve girê bidin. Piştî ku me xalên xwe yên leşkerî li vir ava kirin, kes nikare bi rêyên deryasayî sînor derbas bike.”

Goran her wiha got: “Li bilindahiyên Hacî Omran, çeperên leşkerî yên hêzên pasewanên Iraqê li hember hêzên pasewanên Îranê ne, ev navçe berê ne ewle bûn, lê niha sînor ewle ye, herwiha ewlekarî û aramî ji xelkê herêmê, gundî, cotkaran re re peyda dike.”

Cotkar Fexredîn Resûl ji K24 re got: “Niha em azad in, berê me nedikarî xwe nêzîkî sînoran bikin ji bo ku zeviyên xwe biçînin û dewarên xwe biçêrînin, lê niha dever aram e û em pir kêfxweş in.”

Ji berî du mehan ve hêzên Pasewanên Sînor kar ji bo danîna xalên leşkerî yên herdemî dikin ku 3 ji wan xalan li ser sînorê Iraq – Îranê li bajarokê Hac Omranê ne û yên din jî li devera Barzan li ser sînorê Iraq – Tirkiyê ne.