Li Diyarbekirê nexweşiyek di nav ajalan de belav dibe

Di nava salekê de nîvê golikên ku hatine dinyayê, an kor in, astengdar in, an jî dimirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li 5 gundên girêdayî navçeya Sûra Diyarbekirê di nava golikan de nexweşiyek wisa belav bûye ku ajalvanên van gundan ji nexweşiyê mexdûr in. Derbarê nexweşiya ku hîn nayê zanîn de Gerînendehiya Çandiniya Diyarbekir jî lêkolîn daye destpêkirin.

Li Diyarbekirê nexweşiyek di nava golikan de belav dibe ku hîn nayê zanîn nexweşiyek çawa ye û çavkaniya wê çi ye. Li 5 gundên girêdayî navçeya navendî ya Diyarbekirê Sûrê yên bi navê Şemamê, Koşkê, Dara, Ax Husên û Medrebê di nava salekê de nîvê golikên ku hatine dinyayê, an kor in, astengdar in, an jî dimirin. Ajalvan dibêjin dema rewş wisa be ew jî dikevin tengasiyê û xwedîkirina golikên ku nabînin jî ji bo wan zehmetiyan derdixe holê.

Ajalvan Halîs Kaya ji K24ê re diyar kir: “20 roj e Xwedê daye, herdû çav jî kor in. Xwedîkirina wê jî zehmet e. Heta karibin emê lê binerin. Wek bebikan em lê dinerin.”

Hacî Mistefa ku ew jî ajalvaniyê dike, ji K24ê re got: “Heta niha 1 miriye 1 jî kor e. Min emeliyat kir lê emeliyat nebû çareserî. Heywanên me piranî berdavêjin. Va ye yên min bûn 3 heb.”

Li gundên ku ev nexweşiya nediyar peyda bûye bi tevahî 15 golikên ku kor in hene. Ajalvan dibêjin bûye salek ev rewş derketiye holê û didin zanîn ku wan ti caran nexweşiyek wisa di nava ajalan de nedîtibûn.

Ajalvan Îlhan Çalişkan jî dibêje: “Çêleka min avis bû, cêwik anîn lê herdû jî mirin. Min jî çû golikek kirrî lê ew jî kor derket.”

Gerînendehiya Çandiniya Diyarbekir derbarê nexweşiyê de daxuyaniyek belav kir û hat amajekirin tîmên gerînendehiyê nimuneyên xwînê ji ajalan sitandine û bo Enstîtuya Kontrolê ya Beytariya Elezîzê şandine û dê encam bo raya giştî were ragihandin. Bang li hemû ajalvanan hat kirin ku rewşên wisa bo gerînendehiyê bidin zanîn.

Her çiqas lêkolîn destpêkiribe û hîn encamek derneketibe jî, ajalvan dibêjin dibe ku sedema vê nexweşînê hişkesaliya sala borî be ku dermanên di nava zeviyan de hatin reşandin hîn jî di nava zeviyan de mane.