Sancar: Planên şer ên hikûmetê li Sûriyê, ne mijara ewlehiya neteweyî ye

Hevserokê HDPê: Desthilata AKP-MHP’ê xwe bi şer li ser piyan digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mihat Sancar di mîtînga Diyarbekirê de ragihand, “Desthilata AKP-MHP’ê xwe bi şer, li ser piyan digire. Bi siyaseta xwe ya talankirinê dixwazin vê erdnîgariyê bikin qada şer.”

Îro li Diyarbêkirê Mîtînga HDP’ê ya ‘’Çareserî Em in, Ji Şer û Dagirkeriyê Re Na’’ bi beşdariya hezaran kes hat lidarxistin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di mîtîngê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Desthilata AKP-MHP’ê xwe bi şer, li ser piyan digire. Bi siyaseta xwe ya talankirinê dixwazin vê erdnîgariyê bikin qada şer.”

Derbarê egera destpêkirina operasyoneke leşker li Rojavayê Kurdistanê de, Sancar got: “Niha jî li dijî Rojavayê Kurdistanê plana operasyonê dikin. Ji bo şikandina vîna Kurdan dergeh bi dergeh digerin ji bo destûra operasyonê werbigirin. Li ser mijara operasyonê em bang li hemû aliyan dikin armanca wan ya operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê ne meseleya ewlehiyê ye û armanca wan a sereke dirêjkirina temenê desthilata AKP-MHP’ê ye.”

Sancar got jî: “Niha jî ji bo îradeya Kurdan li wir bişkînin derî bi derî digerin û destûrê dixwazin şer bikin. Ji Tehranê heta Soçê li her derî dixebitin, lê divê bizanibin ku li vî welatî bi mîlyonan mirov hene ku dê şer rawestînin, em vê yekê dizanin.”

Her wiha got: “Planên şer ên vê hikûmetê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mijara ewlehiya neteweyî ye. Senaryoyên destwerdana vê hikûmetê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne li ser esasê pirsgirêka jiyana vî welatî ne. Ew berdewamiya desthilatdariyê ye. Erê, eger pirsgirêka jiyanê hebe, ew jî pirsgirêka vê hikûmetê ye.”

Biryar e sibe jî HDP li Stenbolê mîtînga xwe ya mezin saz dike.