Nêçîrvan Barzanî: Di roja şehîdên Aşûrî de em tekeziyê li pêkvejiyan û lêborînê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê: Îro 7ê Tebaxê, di roj şehîdên Aşûrî de em bi rêzdarî qurbaniyên komkujiya xwişk û birayên xwe yên Aşûrî bi bîr tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujiya xwişk û birayên Aşûrî de, tekeziyê li pêkvejiyan û lêborînê li Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Îro 7ê Tebaxê, di roj şehîdên Aşûrî de em bi rêzdarî qurbaniyên komkujiya xwişk û birayên xwe yên Aşûrî bi bîr tînin ku berî 89 salan li Sêmêlê ji aliyê desthilata Îraqê ya wê demê ve hatibû kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got jî: “Di vê bîranînê de, em tekeziyê li ser pêkvejiyan û lêborînê dikin.”

Komkujiya Sêmêlê, di 7ê Tebaxa 1933an de ji aliyê hikûmeta Iraqê ya serdema Feyselê yekem ve li 63 gundên Aşûriyan li Duhok û Mûsilê hate kirin û çend rojan dewam kir. Li gorî çavkaniyên Brîtanî, di vê komkujiyê de nêzîkî 600 kesan hatin kuştin.

Di sala 1970’an de Federasyona Cîhanî ya Aşûriyan 7’ê Tebaxê weke Roja Şehîdên Aşûriyan ragihand, di vê rojê jî şehîdên di komkujiya Sîmeleyê û komkujiyên din de şehîdên bûne tên bibîranîn.