Droneke Tirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Li gor zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê nava bajarê Qamişlo bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji Qamişlo ji K24ê re ragihand, droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî nexweşxaneya Jiyan a taybet bi Covîd 19 a li Qamişlo bombebaran kir.

Li gorî zanayariyên wî jêderî, di êrîşê de 4 endamên hêza Erkê Xweparastinê hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, hêzên Tirkiyê îro xaleke rêjîma Sûriyê li nêzîkî Amûdê û gundên Til Hemdûn, Cirnik, Xerza û Xanka yên ser bi Amûdê ve û nahiya Ebû Rasên topbaran kiribûn.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Droneke Tirkiyê pêr jî otomobîlek di nava Qamişlo bombebaran kiribû û di encamê de 4 kes hatin kuştin ku ji nava wan de 2 zarok bûn.