Biden daxwaza azadkirina rojnamevanî Amerîkî ji hikûmeta Sûriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden roja Çarşemê daxwaz ji berpirsên rejîma Sûriyê kir, alîkariyê ji bo azadkirina rojnamevan Austin Tice bikin.

Biden di dehemîn salvegera revandina Austin Tice de got: “Em dizanin ku Austin Tice ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye girtin. Me gelek caran daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kiriye ku bi me re kar bike da ku em wî vegerînin malê.”

Biden got jî, Tice rastî danî pêşiya xwe û çû Sûriyê da ku rastiya şer nîşanî cîhanê bide.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken jî duhî bang li berpirsên rêjîma Sûriyê kir ku erkên xwe yên di çarçoveya Peymana Viennayê ya derbarê Têkiliyên Konsulxaneyan de bi cih bîne û li girtina Tice û her welatiyekî din yê Amerîkî ku li Sûriyê girtî ye mikur bê, ji bo ew bêne azadkirin.

Austin Tice rojnamevanekî Amerîkî ye û berê endamekî hêzên deryayî yê Amerîka bû bi çend dezgehên medyayî re kar dikir, wek ajansa France Presse, Washington Post û CBS.

Austin Tice yê 31 salî di meha Tebaxa 2012an de li xaleke kontrolê li Şamê hat revandin.

Austin Tice di meha Îlona 2012an de di vîdyoyekê de hatibû nîşandan ku ji aliyê girûpeke çekdarên nenas ve hatiye revandin, lê ji wê demê ve ti agahî derbarê wî de nînin.