Hêzên Îranê kolberekî Kurd kuşt

Kolberê bi navê Mihemed Nadirî yê 18 salî ku xelkê Selas a Bawecaniyê ye, ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.
Kolber
Kolber

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Îranê kolberekî ji bajarê Selas ê Bawecanî ya ser bi Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê kuşt.

Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, êvara roja 12ê Tabaxa 2022yan, dema hejmarek kolber di sînorê Şêx Sile de derbas dibûn, hêzên Îranê teqe li wan kirin û kolberê bi navê Mihemed Nadirî yê 18 salî ku xelkê Selas a Bawecaniyê ye canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan di dema vegera ji Başûrê Kurdistanê de teqe li kolberan hatiye kirin.

Hêzên Îranî yên ser sînor di van demên dawî êrîş û zextên li ser kolberan zêdetir kirine.