Amerîka pêgehên grûpên ser bi Îranê ve li Dêrazorê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî depoyên çekan ên mîlîşyayên ser bi Îranî ve li gundê Eyyaş li Dêrazorê bombebaran kirin, wek bersivekê li ser êrîşên ku mîlîşyayan li ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê pêk anîne.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, li ser fermana Serok Biden, hêzên leşkerî yên Amerîka êrîşên asmanî li Dêrazorê li dijî grûpên ser bi Pasdarên Îranê ve pêk anî.

Diyar kir jî, ev êrîş ji bo parastina hêzên Amerîkî ji êrîşên mîlîşyayên ser bi Îranê ve ne, wek êrîşên ku roja 15ê Tebaxê li dijî hêzên Amerîka hatine kirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka di daxuyaniya xwe de dibêje: “Amerîka hewl nade milmilayan zêde bike, lê ew tedbîrên pêwîst ji bo parastin û berevaniya li gelê xwe digire.”

Her wiha tekez kir jî, “Hêzên Amerîkî ji bo dilniyabûna ji têkçûna yekcarî ya DAIŞê, li Sûriyê ye.”

Gundê Eyyaş 10 k.m dikeve rojavayê bajarê Dêra Zorê, li aliyê rastê yê çemê Firatê. Hêzên rêjîma Sûriyê bi hevkariya firokeyên Rûsî û mîlîşyayên Îranî di sala 2017an de karîn wî gundî ji destê DAIŞê kontrol bikin. Rêjîmê jî baregehên li Radyo û Tel El-Hecîf li Eyyaşê radestî hêzên Îranî kirin.

Hêzên rêjîmê li gundê Ayyaş ambaran stratîjîk di dawiya sedsala borî de ava kirin, ji bo bibe ambereke ji Westgeha Navokî ya li bajarokê El-Kibir yê li aliyê din ê çem re ku di Îlona 2007an de jî ji aliyê hêzên asmanî yên Îsraîlê ve hatibû armanckirin û rûxandin.