Amerîka tekeziyê li Iraqeke bihêz û aram dike

Amerîka bang li hemû aliyan dike bi guftûgoyên aştiyane pirsgirêkan çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka tekeziyê li ser Iraqeke bihêz û aram dike û radigihîne, Washington dixwaze bi hikûmetekê re kar bike ku serwerî û berjewendiyên gelê Iraqê biparêze.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Vedant Patel di konferanseke rojnamevanî de di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê de ragihand, “ Em bi berdewamî tekeziyê li pabendbûna Hikûmeta Amerîka bi Iraqeke bihêz û aram dikin. Hebûna pêwendiyên dirêj, kûr û stratejîk bi Iraqê re, di berjewendiya gelê Iraq û Amerîka de ye. Em amade ne bi hikûmetekê re kar bikin ku ecindeya wê ya parastina serwerî û berjewendiyên gelê Iraqê hebe.”

Got jî: “Em ji raporên ku behsa zêdebûna tundûtûjiyê û qurbaniyan dikin agahdar in. Em berî her tiştî bikaranîna tundûtûjiyê şermezar dikin. Niha dema diyalogê ye.”

Ew konferansa rojnamevanî ku bi awayê “online” birêve çû, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka destnîşan kir, rewşa niha ya Iraqê, pirseke navxweyî ye, lê ew bang li hemû aliyan dikin bi guftûgoyên aştiyane pirsgirêkan çareser bikin.

Her wî berpirsê Amerîkî red kir ku Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê hatibe velakirin û ragihand, berpirs û karmendên balyozxaneyê li Bexdayê li ser karê xwe ne.